Artêşa Tirk welatiyekî din ê Efrînê qetil kir

EFRÎN – Di encama topbarana Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Cama yê navçeya Şera yê kantona Efrînê de, welatiyekî sivîl şehîd bû.

Topbarana Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser sivîlan  Efrînê bê navber dewam dikin. Di vê çarçoveyê de, îro  hêzên dagirker gundê Cama yê navçeya Şera topbaran  kirin. Di encamê de welatiyekî sivîl Abdullqadir Hemo yê 50 salî bi giranî birîndar bû. Şêniyên gund yekser  ew rakirin nexweşxaneya Avrîn.

Tevî hewldanên bijîşkan, Hemo şehîd bû.

Mehmûd Şêxo yê ji gundê Cama  diyar kir ku  dagirkeriya Tirk gundê wan bê serûber topbaran kir  û yek ji wan topan li mala Abdullqadir Hemo ket.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …