Artêşa Tirk welatiyekî astengdar kuşt

EFRÎN – Sekvanên Artêşa Tirk a dagirker welatiyê astengdar ê ji gundê Edama yê kantona Efrînê Îbo Receb Selîm kuştin.

Li gorî zanyariyên ku hatine bi dest xistine, Îbo Receb Selîm di dema êrîşên Artêşa Tirk de ji ber astengdariya xwe nikarîbû bireve cihekî bi ewle û ji aliyê sekvanên Artêşa Tirk ve hate hedefgirtin. Îbo yê astengdar di encama gulebarana sekvanên Artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da.

Gundê Edama yê girêdayî herêma Raco yek ji gundên Efrînê ye ku dikeve li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …