Artêşa Tirk û çeteyên wê topbaran kirin, Hêzên Şoreşger jî bersiv dan

EFRÎN/ŞEHBA – Hêzên Şoreşger li gundên Kantona Şehbayê bersiva êrîşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, dan. Di heman demê de, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî gund û navçeyên herêma Kantona Efrînê topbaran, kirin.

Nûçegihanên ANHA`yê ji herêmê ragihandin ku, topbarana Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarokên Mari û Kilcebrîn li ser gundên Kantona Şehbayê, dewam dikin. Şeva din  artêşa dagirker û çeteyên wê,  di saetên şevê de gundê  Til Cîcan, Til Medîq, Semûqiyê û Herbel ên Şehbayê bi çekên giran, topbaran kirin.

Nûçegihanên me destnîşan kirin ku topbaran çend saetan dewam kir. Di encamê de, zirarên madî gihîştin mal û milkên welatiyan. Hêzên Şoreşger bersiva êrîşan dan û li herêmê şer derket. Lê derbarê encamên şer de, tu agahî nehate bidestxistin.

Ji aliyekî din, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên dereng ên şevê de, Girê Şehîd Barîn û Bedran ên herêma Cindirêsê ya girêdayî Kantona Efrînê, topbaran kir. Zêdetirê 20 top li girê navborî ket.

Her wiha Artêşa dagirker zêdetirî 40 top avêtin gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa.

Li Kantonên Şehba û Efrîn niha bêdengiyek heye

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …