Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê tarûmar bûn, 30 êrîşkar hatin kuştin

EFRÎN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê raghandin ku di şerê îro ku heta niha dewam dike de, 30 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên  wê hatin kuştin.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encamên şer îro  ku li Efrînê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker  de rû didin, eşkere kir.

QSD`ê ev agahî parve kirin:

“- Artêşa Tirk a dagirker êrîşî girê Qestel Cîndo yê li navçeya Şera kir. Piştî ku şervanên QSD’ê bersiv dan, artêşa Tirk a dagirker vekişiya. Şer dewam dike.

– Şerê li gundê Hemamê yê Cindirêsê didome.

– Artêşa Tirk a dagirker êrîşeke berfireh bir ser gundê Amara yê navçeya Mabata. Şervanên QSD’ê bersiv dan û li ser vê yekê çeteyên Tirk xwe vekişandin. Li gundê Amara di şer de 24 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin. Şer dewam dike.

– Li gundê Kurdo yê navçeya Racoyê, şervanên QSD’ê operasyoneke taybet li dar xistin. Wesayiteke leşkerî leşkerî hate rûxandin û 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …