Artêşa Tirk û çeteyên wê hovîtiya xwe didomîn in

Bûyerên kuştin, revandin û êşkenceyê ku li Efrînê ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve li dijî welatiyan pêk tê hîn didome. Dîmografiya herêmê didin guhertin û malên welatiyan destser dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên rojane li dijî gelê Efrînê didomîne. Rojane bûyerên revandina sivîlan zêde dibe. Artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlên ku direvîn in dibin cihên ne diyar û malbat nikarin agahiyan ji wan bigirin. Leşkerên Tirk di riya çeteyan re pereyên zêde ji malbatan dixwazin da kesên hatine revandin serbest berdin.

Çavkaniyan ji navçeya Şêrawa diyar kirin ku çeteyan hejmarek welatî û ciwanên gundên Basûtê yê navçeya Şêrawa revandine. Ji welatiyên hatine revandin nasnameya welatiyê bi navê Betal Zekî Hemşo hate naskirin. Çeteyan Hemşo revandin û ew birin cihekî ne diyar. Êşkence li wî kirin, paşê malê wî talan kirin û ew berdan. Di heman demê de çeteyan welatiyê bi navê Hesen Xalid revandin, 20 rojan ew êşkence kirin. Çeteyên Lîwi El-Fetih jî welatiyê bi navê Xelîl Xelîl (28) revandin û birine cihekî ne diyar. Heta amadekirina vê nûçeyê hîn jî çarenûsa Xelîl ne hate zanîn.

Li aliyê dijî jî çavkaniyan destnîşan kirin ku welatiyê bi navê Mihemed Mihemed (35) beriya 5 rojan hatiye revandin û hîn jî rewşa wî ne diyare. Welatiyê bi navê Xelîl Qasim, Ebdo Erbûş û Xelîl Nûr Ristem (30) hîn li gel çeteyan e. xizmên wan gotin ku wan agahî girtine ku êşkence li wan hatiye kirin.

Çavkaniyeke din jî destnîşan kir ku çeteyên Artêşa Tirk a dagirker, welatiyê bi navê Mihemed Ebdulrehman ê ji gundê Goran a navçeya Cindirêsê bê ku tu sedem hebe revandine û birine cihekî ne diyar.

Artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê zilaman direvîn in, lê belê 3 roj berê jina bi navê Buşra Yûsif Şêxo ji nîvê bajarê Efrînê revandin û heta niha çarenûsa wê nayê zanîn in.

Welatiyên herêmê welatiyê bi navê Henan Nesan li herêma Sîna ya Efrînê kuştî dîtin. Bûyer piştî ku cara duyemîn ji aliyê çeteyan ve hate revandin pêk hat.

Henan Nesan di saziyeke xizmetguzarî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de kar dikir, destpêkê carekê hate revandin û paşê serbest berdan, lê çeteyan careke din ew revandin û nema agahî jê hate girtin. Heta cenazeyê wî li herêma SÎna ya Efîrnê hate dîtin. Hate gotin ku li ser cenazeyê diyar bû ku êşkence lê hatiye kirin.

Hemû kiryarên Artêşa Tirk û çeteyên wê ku li dijî gelê EFrînê têne kirin, di nava bê dengiya civaka navdewletî de pêk tê. Di heman demê de Artêşa Tirk û çeteyên wê demografiya Efrînê didin guhrtin û çeteyên ji Xûta û malbatên wan li Efrînê bi cih dikin. Beranberî vê yekê jî civaka navdewletî bê deng e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …