Artêşa Tirk topan davêje Kîlîs û Reyhanliyê!

NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk ji bo êrîşên xwe yên li dijî Efrînê erwa bike, topan davêje Kîlîs û Reyhanliyê. QSD’ê got, ″Tu têkîliya me bi van êrîşan nîne″.

Ji duh ve herî kêm 20 roket li navenda bajarê Kîlîsê û li navçeya Reyhanli ya Hatayê yên Bakurê Kurdistanê ketin.

Di encamê de gelek ziyan gihîşt mal, kargeh û wesayitan. Li Kîlîs û Reyhanliyê her dem bang li welatiyan tê kirin ku ji malên xwe dernekevin”. Tê gotin, 50 kes birîndar bûne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek dabû û gotibû, ″Ji bilî nava sînorê Efrînê û herêmên wê, hêzên me li tu cihî nexistine.″

Wekî din ji danê sibehê ve artêşa dagirker li ser xeta sînor a navçeya Kirikhan a Hatayê gelek top avêtin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …