Artêşa Tirk sivîlekî din qetil kir, 5 jî birîndar kirin

EFRÎN – Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Kaxra yê girêdayî navçeya Mabatayê de, sivîlek şehîd bû û 5 jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkanêyan  ji herêmê dane, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet di 02:00‘an de gundê Kaxera yê girêdayî navçeya Mabatayê topbarqan kir.

Di encama topbaranê de, Ciwan Sadiq Reşîd (35)  şehîd bû û Rêberê Henan (46), Mehmûd Ebdo Îmo (51), Cemîl Mihemed Weqas (47), Ehmed Cemîl Qasim ( 38), Ehmed Silêman Mihemed (55).  Birîndar li nexweşxaneyeke Efrînê têne dermankirin. Li gorî  bijîjşkan rewşa birîndaran baş e.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …