Artêşa Tirk sîstema parastina asîmanî li Sûriye çêdike

NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk a dagirker li herêma bakurê Helebê ku dikeve ser tixûbên kantona Efrînê fûzayên sîstema parastina asîmanî bi cih dike.

Artêşa Tirk di destpêka cotmeha 2017’an de di bin navê “Herêmên kêmkirina şer” de herêmên parêzgeha Îdlibê dagir kir. Ev dagirkirin bi rêkeftineke li gel Rûsya û Îranê pêk hat.

Artêşa dagirker bi dehan tank, panzer, topavêj û maşîneyên leşkerî derbasî herêmê hatin kirin û li beramberî tixûbên Efrînê hatin bicihkirin.

Artêşa Tirk di 3 xalên sereke yên li hemberî Efrînê ku çeteyên “Heyet Tehrîr El-Şam” radestî wê kiriye bi cih bûye.TIRKI (2)

Artêşa Tirk roja yekşemê li nêzî bajarê Daret Izze yê li rojavayê Helebê ango li beramberî Efrînê fûzayên sîstema parastina asîmanî bi cih kir.

Malperên internetê yên girêdayî komên çete yên navê “Mertala Firatê” li xwe dikin diyar kirin ku ji nişka ve ev fûza ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin bicihkirin û wêneyên van fûzayan jî weşandin. Di wêneyan de diyar dibe ku Artêşa Tirk fûzaypên ji cûreya “Min-23 Hawk” tevî radar û alavên peywendiyê li wir daniye.

Artêşa dagirker têkildarî mijarê heta niha tu agahî nedaye û sedemên bicihkirina vê sîstema parastina asîmanî jî diyar nekiriye.

Dema ku Artêşa Tirk herêma Îdlibê dagir kir gelek aliyên Sûriyeyê texmîn û hêvî dikirin ku wê Tirkiye şerê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ango şaxê rêxistina El-Qayîde li Sûriyeyê bike. Lê ya rast ew e ku hêzên Artêşa Tirk bi awayekî hevrêz li gel van çeteyan tev digerin. Ev jî niyetên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Sûriyeyê eşkere dike.

Ji vê wêdetir dewleta Tirk her roj gefan li herêmên Bakurê Sûriyeyê dixwe û dibêje ku wê êrîşî Kantona Efrînê bike. Komên çete yên girêdayî Tirkiye ango çeteyên “Mertala Firatê” bi awayekî rojane êrîşî herêmên Efrînê dikin û welatiyên sivîl topbaran dikin.

Wezareta Karê Derve ya rêjîma Sûriyeyê jî çend roj beriya niha bersiva da axaftinên Erdogan û got ku Tirkiye dewleteke dagirker e û di karûbarên Sûriyeyê de destwerdanê dike.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …