Artêşa Tirk sînorê Kobanê derbas kir, YPG`ê bersiv dide

KOBANÊ – Artêşa Tirk a dagirker li rojavayî bajarê Kobanê sînor derbas kir. Şervanên YPG û YPJ`ê jî bersiv dan û li herêmê şerekî dem demî rû dide.

li Kobanê raghandin ku artêşa Tirk a dagirker tevî çekên giran û alavên leşkerî sînorê hemberî gundê Boban ê ku 15 Km li rojavayî bajarê Kobanê dikeve, di saet 11:30`an de derbas kir. Şervanên YPG û YPJ`ê jî yekser destwerdan kir û mafê parastina rewa bi kar anî.

Nûçegihanên me gotin ku li gundê Boban şerekî dem demî di navbera şervanên YPG/J û artêşa Tirk a dagirker de, didome.

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …