Artêşa Tirk malbetek topbaran kir, mirî û birîndar hene

 

TOLÎN HESEN

ŞAHBA – Ji ber topbarna Artêşa Tirk a dagirker ya li ser gundên şehbayê zaroka bi navê Hemîda El-Selîm jiyana xwe ji dest da û 5 endamên malbata wê birîndar bûn. Rewşa hin birîndaran girane.SEHBA-CETE-KOMKOJI-DERHQE-MALBETEKE-ANIN (2)

Komên çete yên DAIŞʹê topbarana gundên Şehbayê didomîne û mafê mirovan binpê dikin. Di encama topbarana Artêaş Tirk de komkujî pêk tên, her wiha gelek zirarên madî di mal û milkên welatiyan de çêdibin. Di encama topbarana Artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Kerfer Naya ya Şehbayê malbatek hedef hate girtin.

Çeteyên dewleta Tirkiyê yên li bajaroka Mari bi cih bûne saet 00.00ʹan gundên Til Malid  û Tiwês topbaran kirin. Çeteyên Tirkiyê di êrîşê de çekên giran û top bikar anîn. Zêdeyî 50 topan jî li gundê Semûqe, Hisiye, Til Medîq, Qol Sirûc û Şêx Îsa ketin.

Şervanên Artêşa Şoreşgeran bersiva êrîşê dan, hejmara kuştiyên çeteyan ne hate zanîn.SEHBA-CETE-KOMKOJI-DERHQE-MALBETEKE-ANIN (1)

Nûçegîhanên ANHAʹyê destnîşankirin ku êrîşa dewleta Tirk di herêmên Şehbayê yên rizgarkirî de fireh bû û Til Rifet, Um Hoş, Wehşiye, Um El-Qura, Sed, Hisiye, Til Çîçan, Ên Deqne û Şeramil fireh bûne.  Bi dehan topên çeteyan li gund û bajarokên navborî ketin.

Di encamê de ziyanên madî di berhemên çotkaran, ji ber topbaranê zaroka bi navê Hemîda El-Selîm jiyana xweji dest da û xwîşk û birayên wê Fatma, Hena, Fêsel û Henan, her wiha dayîka wê Hesnai birîndar bûn. Top li konê malbatê ku ji bo xwedîkirina pez bikar tanîn ket.

Welatiyên heêrmê destnîşan kirin ku malbata hatiye topbarankirin ji Kefer Naya ne û bi navê Malbata Selîm têne naskirin. Birîndar rakirin nexwşxaneyê rewşa hina ji wan giran e.

Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê topbarana xwe ya li ser gundên Heêrmên Şehbayê didomîne.

ÇAVKANÎ:HAWAR

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …