Artêşa Tirk li Serêkaniyê 3 sivîl birîndar kirin

HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker bi doçka û hawanan bajarê Serêkaniyê topbaran kir.Di encama destpêkê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûne. Di heman demê de qensasên Tirk li cihên bilind bi cih bûne û welatiyan gulebaran dikin.

Artêşa Tirk ku li Efrînê nikare pêşbikeve û derbeyên giran ji şervanên QSD’ê dixwe, bajarê Serêkaniyê dan ber gule û topan. Top û guleyên doçka yên Arêtşa Tirk li taxên Mehetê , Ronahî û derdora Depoyên genim ketin. Di encamê de herî kêm sê welatiyên sivîl birîndar bûne.  Birîndar rakirin nexweşxaneya Roj.

Welatiyên birîndar bûne ev in: Cewahir ÎSa Ebas (25), Fadî Hesen Xelê (14) û mamê wî Fûad Ebdela Xelê ( 20) birîndar bûne.

Hêzên QSD’ê bersiva êrîşkaran dide.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …