EFRÎN – Çavkaniyeke herêmî ji hunerê Kantona Efrînê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 4ʹê Nîsanê 45 ciwanên Kurd ên ji Kantona Efrînê bi bihaneya têkîliya bi YPGʹê re revandin.
Heman çavkaniyê ragihand ku tu têkîliya ciwanên hatî revandin bi YPGʹê nîne û diyar kir ku artêşa dagirker û çeteyên wê bi van kiryaran tirsê bixin dilê gelê ku qebûl nekir warê xwe terk bike û bêrûmetiyê li wan bike. Her wiha da zanîn ku armanca dagirkeriya Tirk qirkirina gelê Kurd e.
Beriya du rojan jî çeteyên dewleta Tirk welatiyê temen mezin ê 65 salî yê bi navê Bîlal Hemo bû sûc û sedem serjê kirin.