Artêşa Tirk li Cindirêsê komkujiyeke din pêk anî

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker li gundê Hecîler ê girêdayî herêma Cindirêsê bi tankan erebeyeke sîvîlan hedef girt. Di encamê de 8 sivîl şehîd bûn, 12 jî brîndar bûn.

Artêşa dagirker ji bo ku vê bûyerê veşêre hemû şehîd û brîndaran derbasî navçeya Reyhanlî ya Hatayê kir.

Navên qurbaniyên komkujiya Cindirêsê  yên ku nasnameyên wan hatin naskirin ev in ″Edhem Elî Îsa, Têfa Îsa, Îsa Îsa tev jin û zarokên xwe″. Hat zanîn ku Ev malbat ji gundê Firêrê yê herêma Cindirêsê ye û bi navê malbata Nasîf tê nasîn.

Rewşa birîndaran jî hê nehatiye zelalkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …