Artêşa Tirk koçberên Idlibê topbaran kirin

EFRÎN – Ji ber çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Idlibê reviyan û xwe spartin Efrîna bi ewle. Lê li Efrînê jî rastî topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê hatin.

Artêşa Tirk a dagirker îro vê sibê gundê Dîrbelot ê girêdayî navçeya Cindirêsê topbaran kirin.

Di encama topbaranê de, koçberên ji Idlibê  ku  xwe spartibûn gund, birîndar bûn.

Kesên birîndar bûn ev in: Dayîka bi navê Dîbe Dermûş (35) û her du zarokên wê Mustefa Bedir Dermûş û Mehmûd Dermûş.MUSTEFA-BEDIR-DERMOS

Birîndar li nexweşxaneyên Efrînê têne dermankirin. Li gorî bijîşkan rewşa Mehmûd hîn xeter e.

Dîbe Dermûş wiha behsa  çîroka xwe kirʺEm beriya 4 salan ji bajarê Idlibê koçberî gundê Dîrbelot ê Efrînê  bûn da ku em dûrî atmosfêra şer û kuştinê bikevin. Lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li vir jî em topbaran kirin.ʺ

Zarokê Dîbe Mustefa ku çavên xwe tij hêsir bibûn got ku ew di malên xwe de hatin topbarankirin.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …