Artêşa Tirk kargeha qîrê jî bombebaran kir

EFRÎN – Balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe yên li dijî herêma Efrînê de duh danê esir kargeheke çêkirina qîrê hedef girtin.

Di encamê de hin karkerên ku li wir dixebitîn birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li bajarê Efrînê.

Di bombebarana balafiran de alavên kargehê hatin rûxandin û agir bi madeyên sotemeniyê yên di hundirê kargehê de ket.

Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan Fayîq Ehmed got “Ji ber êrîşê nêzî 300 ton ji madeyên sotemeniyê şewitî û hin alavên şaredariyê yên di hundirê kargehê de hatin şewitandin.”

Fayîq Ehmed ev êrîş bi tundî şermezar kir û got ku ku tu baragehên leşkerî li nêzî kargehê tune ne û armanc ji êrîşê ew e ku di nava welatiyên sivîl de tirs were bicihkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …