EFRÎN – Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Kobelka ya navçeya Şera de, welatiya bi navê Fikret Elî Hesen a 51 salî birîndar bû.
Fikret niha li noqteyeke tenduristî ya navçeya tê dermankirin. Li gorî kadroyên tenduristî rewşa wê baş e.