Artêşa Tirk ji bo hilbijartinan welatiyên Efrînê neçarî girtina nasnameyan dike

Artêşa Tirk a dagirker welatiyên Efrînê neçar dikin ku nasnameyan bigirin. Di heman demê de heman nasnemayan didin malbatên çeteyên ku li Efrînê hatine bicihkirin. Hate gotin ku armanca ji vê gavê ew e ku welatiyan tevlî hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê bikin. Artêşa Tirk a dagirker avahiyên kirine navendên xwe bi dîwarên bilind girtine. Her wiha Dibistana Şêx Mûs hilweşandine.

Çavkaniyên herêmî ji ajansa (ANHA) yê re diyar kirine ku Artêşa Tirk a dagirker welatiyên Efrînê neçar dikin ku nasnameyan werbigirin. Di heman demê de nasnameyan didin malbatên çeteyan ên ji Xûta û deverên din ên paytexta Sûriyê Şamê li Efrînê hatine bicihkirin, jî belav dike.

Nûçeghîhanên ANHA  wêneyê nasnameya ku Artêşa Tirk a dagirker amade kiriye bi dest xist. Li gorî çavkaniyan armanca ji dayîna wan nasnameyan ew ku şêniyên herêmê û kesên li wir hatine bi cih kirin tevlî hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyê bibin.

Çavdêran destnîşan kirin ku Artêşa Tirk a dagirker noqteyên çavdêriyê bi lez datîne, her wiha nasnameyan li welatiyên herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirine û parêzgeha Idlibê jî belav bike. Da ku wan beşdarî hilbijartinên pêşwext ku tê payîn di 24’ê hizêranê de were lidarxistin bibin.

Dibistan ruxandin

Di aliyê din de hin wêneyên ji herêmê hatine û ketin destê ajansa me de, diyar dike ku Artêşa Tirk û çeteyên wê dibistana Şehîd Hecî Mûs a seretayî ya herêma Raco ruxandin. Ev dibistana behsa mijarê ji kevintirîn dibistanên herêmê ye.

Li dor sazî û navendên xwe dîwaran lêdikin

Li aliyê din jî Artêş Tirk a dagirker li dor sazî û navendên xwe dîwaran lêdikin.çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku bilindbûna dîwar dighêje heta sê metreyan.

Di hin wêneyên ku gihiştin destê me diyar dibe ku çawa dewelta Tirk li dor navneda Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser, navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan û Şaredariya Gel a bajarê Efrînê dîwar çêkirine û ew ji xwe re wekî navend bikar tîn in.

Li Raco welatiyek hate qetilkirin

Çavkaniyên herêmî ji Raco ragîhandin ku şêniyên navçeyê cenazeyê welatiyê bi navê Receb ê ji navçeyê di nava zeviyên çandiniyê de dîtin.

Çavkaniyê ku ne xwest navê xwe eşkere bike da zanîn ku dema Recb ji kantona Şehbayê vedigeriya mala xwe ya li navçeya Raco, malbatek çeteyan di mala wî de bû, Dema Receb ji wan xwest ku ji xaniyê wî derkevin, çeteyan kurê wî yê biçûk revandin û ji jê xwestin ku ji xanî derkeve. Piştî kurê Receb berdan ew birin cihekî ne diyar.

Heman çavkanî destnîşan kir ku di heman şevê de çeteyan welatiyê bi navê Receb Şukrî Reşîd kuştî û cenazeyê wî avêtin nava zeviyên çandiniyê ya li nêzî mala wî. Welatiyan cenazeyê Receb dîtin.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …