KOBANÊ– Arêtşa Tirk a dagrker hêzên nû anîn bajarê Cerablus ku di bin dagirkeriya wê deye. Hêzên nû ji dehan erebeyên leşkerî, panzêr û tangan pêk tê.
Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku hêzên Arêtşa Tirk şevê din hêzên teqwiyê anîn bajarê Cerablusê û gotin ku hêza teqwiyê ji derdora 50 tang û panzêran pêk tê.
Artêşa Tirk a dagirker ji 24’ê tebaxa sala derbasbûyî ve Cerablus, Raî, Ezaz û Bab ên herêma Şehbayê dagirkirine. Li wir bargehên xwe yên leşkerî saz kirin û niha ji wan bargehan êrîşî herêmên QSD’ê dike.
Di demên dawî de Artêşa Tirk li ser sînorê Sûriyê ji aliyê Idlibê û Efrînê hêzên xwe zêde dike. Fermandarên wan gafan dixwin ku dê herêmê dagir bikin.