Artêşa Tirk heta niha 50 sivîl şehîd xistin û 137 sivîlên din jî birîndar kirin

EFRÎN – Hevseroka Meclîsa Tenduristî Anjêla Reşo û Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed hejmara şehîd û birîndarên sivîl ên herêma Efrînê ji destpêka êrîşa li dijî Efrînê eşkere kir.

Berxwedana Serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 8’emîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê berdewam dike. Hevseroka Meclîsa Tenduristî Anjêla Reşo û Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed hejmara şehîd û birîndarên sivîl eşkere kir.

Hevseroka Meclîsa Tenduristî Anjêla Reşo û Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed diyar kirin ku ji destpêka êrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî seranserî herêma Efrînê ve hejmara welatiyên sivîl ku şehîd bûne derketiye 50 kesan ku piraniya wan zarok û jin in. Her wiha hejmara welatiyên sivîl ên birîndar jî 137 kes in û piraniya wan jin û zarok in. di nava welatiyên şehîd bûne de jî 6 kes ji heman malbatê ne û ji gundê Til Qirahê ya kantona Şehba koçber bibûn.

Di civînê de her wiha hate gotin ku hemû şehîd û birîndarên hatine nexweşxaneyên bajarê Efrînê bi wêne û dîmenan hatine belgekirin. Di derbarê birîndaran de jî kadroya tenduristî bi hemû hêz û derfetên xwe tevdigerin û diyar kirin ku gelek ji birîndaran rewşa wan metirsîdar e.

Di dawiyê de Hevseroka Meclîsa Tenduristî Anjêla Reşo û Endamê Rêveberiya nexweşxaneya Avrîn Dr. Ciwan Mihemed bang li rêxistinên tenduristî kirin ku alîkariya wan a derman û pêdiviyên bijîşkî bikin.

 

COAN ENJILA

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …