Artêşa Tirk gundên Basûfanê û Vêlat Qadî topbaran dikin

EFRÎN – Çeteyên artêşa Tirk a dagirker gundên Basûfanê yê navçeya Şêrawa, herêma Vêlat Qadî yê navçeya Şera topbaran dikin.

Çavkaniyên ji Efrînê ragihandin ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji keleha Semanê gundên Basûfan yê navçeya Şêrawa yên kantona Efrînê, topbaran dikin.

Hate ragihandin ku heta niha 3 topên hawanê li derdora gundên navborî ketine. Topbaran hîna berdewam e.

Her wiha artêşa dagirker ji herêma Ezazê herêma Vêlat Qadî yê navçeya Şera topbaran dikin, derbarê encamên topbaranê de windahiyên ruhî çênebûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …