Artêşa Tirk êrîşî nûqteyên YPG‘ê yê li  gundên Dêrikê kir

 QAMIŞLO – Piştî Efrîn û Kobanê, Artêşa Tikr a dagirker êrîşî nûqteyên Yekîneyên Parastina Gel ên li gundên Berav ên herêma Dêrikê  kirin. Şervanan bersiva jêdera êrîşan da.

Çavkaniyeke ji YPG‘ê ragihandin ku artêaş Tirk a dagirker li gundên Zûhêriyê û Xerab Reşik ên girêdayî gundên Berav ên herêma Dêrikê yê herêma Dêrikê ya kantona Qamişloyê nûqteyên hêzên wan ku erka xwe pêk di anî, hedef girtin.

Çavkaniyê diyar kir ku êrîş saet di 16:30‘an de pêk hat û  şervanên parastinê bersiva jêdera êrîşan da, di encamê  de şer derket û derdora saetê berdewam kir . çavkaniyê tekez kir ku tu windahiyên canî di nava hêzên wan de çênebû.

Bêdengî li herêmê serwer e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …