QAMIŞLO – Artêşa Tirk a dagirker bi hawan û çekên sivik êrîşî sivîlên taxa Hilîliyê ya bajarê Qamişlo kir.
Di encama topbaranê de, du zarok birîndar bûn û zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.
Şervanên QSD`ê ji bo parastina sivîlan yekser bersiva êrîşan dan.
Dayîka Semîra Hesen a ji taxa Hilîliyê bi hêrs gotʺErdogan ji me çi dixwaze, ma komkujiyên li Efrînê têra wî nakin?.ʺ
Semîra gotʺErdogan çi bike jî, em dev malên xwe bernadin.ʺ