Artêşa Tirk du jinên din ên Efrînê qetil kirin

EFRÎN – Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundê Hêkiçê ya girêdayî herêma Cindirêsê de, du jin şehîd bûn.

Artêşa dagirker û çeteyên wê îro vê sibê gundê Hêkiçê topbaran kirin. Di encamê de, jinên bi navê Cûriye Ebd El-Hemûd û Fehmiye Hemade şehîd bûn.

Her wiha artêşa dagirker îro vê sibê navenda bajarê Efrînê topbaran kir û welatiyek sivîl şehîd û hinek welatiyên din jî birîndar bûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …