Artêşa Tirk de sivîlek din qetil kir û yek din jî birîndar kir

EFRÎN – Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên Efrînê sivîlek şehîd bû û yekî din jî birîndar bû.

Berxwedana Serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 50 de ye. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê sibê ve herêmên sivîlan topbaran û bombebaran dikin.

Çavkaniyên  ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bê ser û ber êrîşên dijwar li ser gundên Termîşa yê navçeya Mabata û Estêr ê girêdayê navenda bajarê Efrînê pêk anî.

Di encama wê de sivîlê bi navê Necîb Şêxo (55) ji gundê Termîşa şehîd bû û Mihemde Omer Hemkolîno (48) yê ji gundê Estêr bi sivikî birîndar bû.

Li gorî bijîşkên nexweşxanê rewşa Mihemde Omer Hemkolîno başe.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …