Artêşa Tirk careke din gundê Zormixarê topbaran dike

KOBANÊ – Artêşa Tirk a dagirker careke din gundê Zormixarê topbaran dike.

Çavkaniyên leşkerî raghandin ku artêşa Tirk a dagirker ji axa Bakurê Kurdistanê, gundê Zormixarê yê 30 km dikeve rojavayê bajarê Kobanê ku bi dehan malbat têde hene, bi tankan û topavêjan topbaran dike.

Duh jî artêşa Tirk a dagirker gundê Zormixarê heta saetên êvarê topbaran dikir.

Gundê Zormixarê 30 km li rojavayî bajarê Kobanê dikeve.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …