Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi fermana Erdogan êrîşî Efrînê kirin

EFRÎN – Bi gefxwarinên Erdogan re hemwext, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Kantona Efrînê bi dijwarî tobaran kirin, di encamê de gelek ziyan giştîn erdên çandiniyê.

Çavkaniyekê ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker di rojên dawî de midareke mezin ji çek û cebilxaneyê li depoya Cebel El-Şêx a li gundewarên rojavayê Helebê bi cih kirin. Ev yek di çarçoveya amadekariyên êrîşa li ser Efrînê de pêk hat. Dê dewleta Tirk vê êrîşê bi kordîneya bi çeteyên xwe yên li kela Seman, Dara Izê û herêmên din re, pêk bîne.

Duh di saetên nîva rojê de çeteyên dewleta Tirk ji kela Semanê, navçeyên Şêrawa û Cindirêsê topbaran kirin. Şervanên YPG/YPJ′ê bi çekên giran bersiva vê êrîşê dan. Piştre çeteyan bi dijwarî topên hawanan avêtin gundên Kantonê. Topbaranê heta saetên esrê dom kir, di encamê de ziyan gihîşt malên welatiyên û erdên çandiniyê.

Di heman demê de, artêşa Tirk a dagirker ji qereqolên xwe yên li ser sînor bi ubîsan çiyayên navçeya Şiyê ya girêdayî herêma Cindirêsê topbaran kirin.

Piştî bêdengiyekê, vê carê artêşa Tirk a dagirker bi ubîsan gundên ″Qere Baba, Cisir Heşerkiye û Firfirka″ yên herêma Raco topbaran kirin, da tirsê di nava gelê herêmê de belav bikin.

Li aliyekî din jî çavkaniyeke ji herêmê diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Hebhet El-Nusra) bi fermana serbazên artêşa Tirk a dagirker herêm topbaran kirin.

Çavkaniyê da zanîn ku li gorî lihevkirina di navbera artêşa Tirk û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de, dê Kantona Efrînê ji ″gundê Babisqa yê dikeve bakurê çiyayê Barîşa yê li gundewarên Idlibê, gundê Heyan ê dikeve gundewarên başûr rojhilatê kantonê û bajaroka Dara Izê ya dikeve başûrê kantonê″, sê baskan ve êrîşî kantonê bikin. Di vê çarçoveyê de çek û cebilxane li depoya Cebel El-Şêx a di destê artêşa Tirk de ye, têne bicihkirin.

Li aliyekî din jî artêşa Tirk a dagirker hejmareke mezin ji tank û erebeyên zirxî li depoyê li seranserî sînorê di navbera Efrîn û Bakurê Kurdistanê de bi cih kirine. Her wiha hejmareke mezin ji leşkeran li deriyê Etma yê nêzî herêma Cindirêsê hatine bicihkirin.

Artêşa dagirker di dema dawî de tevgera xwe ya li ser sînorê herêma Raco û navçeya Bilbilê zêde kiriye.

Di vê rewşê de tiştê ku balê dikişîne ew e ku êrîşên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê, bi gefxwarinên Erdogan ên duh re hemwext bûn. Ji vê yekê wisa tê famkirin ku êrîşên dawî yên li ser herêmê bi fermana Erdogan pêk hatine.

 

                                        

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …