Artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li ser sînor didomîne

Ji çapemenî û raya giştî re!

 

Artêşa Tirk a dagirker ku ev demek e êrîş û binpêkirinên xwe yên li hember herêma bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistan zêde kiriye, hewl dide bi provokasyonan rewşa ewle û aram a herêmê hilweşîne. Weke ku hey niha bi sedan mînakê wê hatine jiyankirin, artêşa Tirk a dagirker di dîroka 28’ê Cotmeh’ê (duh) gundên Zormixar, Çarixlî, Siftek û Aşmê yên rojavayê Kobanê bi hawan û çekên giran bombebaran kir. Hêzên me demildest bersiv dan êrîşan.

Di encama êrîşan de şervanekî Erka Xweparastinê birîndar bû û pişt re şehîd ket. Ev êrîş bê sedem pêk hatin û armanca wan bi rêya tahrîkkirinê li herêmê derxistina aloziyeke nû ye.

 

Di demeke ku em bi hemû hêza xwe hewl didin terora DAIŞ’ê ji herêmên xwe derxin û bi vê armanca di eniyên şer de têkoşîn dimeşînin , dewleta Tirk a dagirker bi van êrîşên bê sedem alîkariyeke nepenî ji bo DAIŞ’ê dike. Em careke din destnîşan dikin ku ji herêmên me tu êrîş li dijî sînorên dewleta Tirk a dagirker nehatine kirin û armanca van êrîşan tenê provokasyon û zindîkirina DAIŞ’ê ye. Em diyar dikin ku, her ji kê tê bila were, tu êrîşek ne rewa yên li hember xaka Bakûrê Sûriyê wê bêbersiv nemîne û mafê me heye ku em bi her awayê pêwîst xwe li hember êrîşan biparêzin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê 

28’ê Cotmehê 2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …