Artêşa Şoreşgeran dewreya 4`an bi dawî kir

ŞEHBA – Akadimiya Şehîd Neyîm EL-Şêx ya girêdayî Artêşa Şoreşgeran li herêmên Şehbayê dewreya 4`emîn ku bi tevlîbûna 50 şervanan hatibû destpêkirin, bi dawî kir.SEHBA-DERCUNA-DEWREYA-CEYS-ELSIWAR

Hêzên Artêşa Şoreşgeran dewreya 4`an ku bi navê Şehîd Mihemed Xeyîr 2 meh ber bi beşdarbûna 50 şervanan hatibû destpêkirin, bi merasîmekê bi dawî kir. Fermandarên Artêşa Şoreşgeran, Eniya EL-Ekrad, Lîwaa Mexawîr Humis, Hêzên Asayîşa Şehbayê, Hêzên EL-Eşayêr û bi dehan şervanan beşdarî merasîmê bûn.

Di destpêka merasîmê de şervanên Hêzên Şorşgeran rêzgirtina leşkerî lidar xistin û paşê Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Ebdilqadir Şerad, Fermandarê Leşkerî yê Artêşa Şoreşgeran Dilşêr Idlib, Endamê hevpeymana Niştîmanî Demokratîk li Sûriyê Ehmed EL-Erec axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser lehengî û qehremaniya hêzên şoreşgeran û parastina hermê û şehîd Neyîm EL-Şêx ê di gundên herêmên Şehabyê de Şehîd bû û dewre bi navê wî hate vekirin, hate bîranîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser êrîşên li ser herêma Şehbayê û hate gotin ku şervanên herêmê dikarin parstina herêmên xwe bikin.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

Tê destnîşan kirin ku Şehîd Neyîm EL-Şêx û Mehmûd Xêr di hemleya rizgarkirina gund û bajarokên herêma Şehbayê de Şehîd bûn.

 

SEHBA-DERCUNA-DEWREYA-CEYS-ELSIWAR1 SEHBA-DERCUNA-DEWREYA-CEYS-ELSIWAR2 SEHBA-DERCUNA-DEWREYA-CEYS-ELSIWAR3

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …