Artêşa dagirker vê carê kampa koçberan hedef girt

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hawanan kampa Robar a koçberan topbaran kir, di encamê de ziyan gihîşt kampê.

Çavkaniyên ji herêma Efrînê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker a çeteyên wê danê sibehê ji Kela Semanê top avêtin Kampa Robar a koçberan ku dikeve navçeya Şêrawa.EFRIN-TOPRAN (7)

Li gorî zanyariyênÇavkaniyan, 3 topên ku çeteyan avêtin li derdora kampê ketin û parçeyên wan pekiyan hundirê kampê.

Di encama topbaranê de hin çadir qediyan û ziyanên madî gihştin kampê, di nava koçberan de jî tirs belav bû.

Kampa Robar li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dikeve. Li vê kampê bi hezaran koçberên Sûriye yên ji ber kiryarên Artêşa Tirk û çeteyên wê reviyane dimînin.

 

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …