Artêşa dagirker sivîlekî din ê Efrînê birîndar kir

EFRÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajaroka Bedîna yê girêdayî navçeya Mabata topbaran kir.

Di encamê de sivîlê bi navê Ebdo Reşîd ê 35 salî birîndar bû. Reşîd niha li nexweşxaneyên Efrînê tê dermankirin.

Li gorî bijîşkan rewşa Reşîd xeter e.

Li gorî agahiyan, Ebdo Reşîd bi eslê xwe ji gundê Qetmê ye, lê serdana xizmên  xwe yên li bajaroka Bedîna kiribû û li wir birîndar bû.

Ji aliyekî din ve jî, ji ber topbaranê zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …