QAMIŞLO – Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, gundên Tirbespiyê topbaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa Tirk a dagirker derdora gundên Kerdîm, Mela Ebas û Wekîl Hesnak ên bakurê navçeya Tirbespiyê topbaran kir.
Çavkaniyan dane zanîn ku topek li boriya niftê ya derdora gundê Kerdîm kete û zerar gihîşte boriyê.