EERÎN – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Navenda Heyva Sor a Kurd a li herêma Racoyê topbaran kirin.
Navenda Heyva Sor xizmeta tenduristiyê pêşkêşî sivîlan dike. Her wiha li navendê sivîlên ku di encama top û balafirên Artêşa Tirk a dagirker ve birîndar dibin, têne dermankirin.