Artêşa dagirker li Şêrawa 4 sivîl birîndar kirin

 EFRÎN – Di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê yên li ser gundên navçeya Şerawayê 4 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker beriya kêliyekê bombe li navenda navçeya Şêrawa, gundên Basûta, Girzêlê û Zerba yên girêdayî navçeya Şêrawayê barandin. Di encamê de 4 sivîl birîndar bûn, rewşa hinekan jî giran e.

Sivîlên birîndar ev in ” Azad Mihemed Xelo (25), ji gundê Basûta, Zuhêr Yûsif (45) ji Girzêlê, Rîhana Mihemed Beyîê ji Şêrawa û Cûma Receb (21) ji gundê Zerba rewşa wî  girane.

Balafirên şer ên  Tirkiyên heta vê kêliyê li ser herêmê digerin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …