Artêşa dagirker li gundê Şikatê komkujiyeke pêk anî

 EFRÎN – Artêşa Tirk a digirker li gundê Şikata yên navçeya Şiyê komkujiyeke pêk anîn. Tê gotin ku dibe di  encamê de 3 an 4 şehîd hebin.

Artêşa Tirk a dagirker îro saet di 14:00‘an bi balafiran malên sivîlan ên gundê Şikata yê navçeya Şiyê armanc kirin û malên wan bi ser wan de rûxandin.

Piştî bomebebaranê şêniyên gundê berê xwe dane cihê buyerê û cenazeyê Nisret Osman yê 50 salî di bin enqazê derxistin û rakirin nexweşxaneyên Efrînê. Lê nedikarî yên din ji bin enqazê derxînin.

Nisret Osman ji gundê Alkana ye koçî gundê Şikata kir. Şêniyên gund ragihandin ku dibe ku hejmara şehîdên di bin enqazan de 3 an 4 bin, nasnameya wan nehatin zanîn.

 

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …