Artêşa dagirker li Edama windahiyên mezin da

EFRÎN – Hêzên QSD′ê li derdora gundê Edama operasyonek leşkerî li dijî Artêşa Tirk a dagirker li dar xist, di encamê de hejmarek mezin li leşkerên Tirk hatin kuştin.

Şevê din piştî ku Fermandariya giştî ya QSD′ê Hemleya Şoreşgerî li dijî Artêşa Tirk a dagirker ragihand, şervanan li derdora gundê Edama yê girêdayî herêma Racoyê li dijî artêşa dagirker operasyoneke leşkerî li dar xistin. Operasyon heta saetên sibehê dom kir û di encamê de hejmarek mezin ji leşkerên Tirk hatin kuştin, hejmarek leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker nikare li bejahiya Efrînê pêşve biçe, ji ber vê yekê topan davêje gundên herêma Cindirêsê. Lê encama topbaranê nehat zanîn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …