Artêşa dagirker cihên dîrokî ji êrîşan bê par nehiştin

EFRÎN – Girê Eyn Dara yê dîrokî ku dikeve navçeya Şêrawa yê kantona Efrînê rastî êrîşên artêşa Tirk a dagirker tê. Ji ber êrîşan girê şûnwarî hate kavilkirin.

Ne mal, ne jî mizgfet û dibistan û ne jî cihên dîrokî û şûnwarî ji bomebebarana artêşa dagirker filitîn.

Di nav cihê şûnwarî de, Girê Eyn Dara û Nebî Hûrî para xwe ji bomebebaranê wergirtin.

Dîroka Girê Eyn Dara

Girê Eyn Dara kîlometreyekî dikeve rojavayê gundê Eyn Dara yên navçeya Şêrawa û 6 km başûrê rojavayê navenda bajarê Efrînê dikeve, li ser riya di navbera Heleb, Ezaz û Efrînê ye.

Di vî girê de, cihên perezgeh, peykegerên lawiran, neqş û peykerê Ebû El-Hol hene. Li gorî dîroknasan tabloyeke bazilt ku peykera xwendwenda Eştar nîşan dide hate dîtin.

Girê Ey Dara ji du beşan pêk tê” Başûr biçûk û kevnar e û  beşê bakur mezin e”

Beşê aliyê başûr: Li gorî hin dîroknasan ev beş, di serdema neolîtîkê de gundeke çandinî bû û ji beriya 10 hezar sal ve mirov lê bi cih bû.

Beşê aliyê bakur: qadeke berfireh, firehbûna wî qasî 4 hezar û 600 m2 e. lêkolînegerên şûnwarî ev dîroka wî vedigerînin serdema Hûriyan.

Ev gir ji 20‘ê Çile rastî êrîşan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê, di encamê de bi temamî hate rû.xandin, ne neqş û ne jî resm û peyker sax hiştin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

yekemîn pêşengeha wêneyên Fotogirafîk li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyeyê roja xwe ya çaremîn li Amûdê

Gorzek wêne ji pêşengeha Amûdê