Artêşa ʺqatilê zarokanʺzarokekî din ê Rojavayî birîndar kir

HESEKÊ – Artêşa Tirk a dagirker zarokekî din ê Serêkaniyê ku li ber mala xwe dilîst birîndar kir.

Artêşa Tirk a dagirker ku wekî qatilê zarokan tê naskirin û heta niha li Efrînê bi zêdetirî 50 zarok şehîd xistine, îro li taxa Miheta ya bajarê Serêkaniyê zarokê bi navê Beşar Îsmaîl ku li ber mala xwe dilîst gule lê reşandin.

Di encamê de, guleyek li li paş stuyê Beşarê 10 salî ket. Malbata Beşar yekser ew rakirina nexweşxaneya Şehîd Xebat a bajarê Qamişlo.

Li gorî bijîşkan rewşa zarok xeter e.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Agahî Derbarê Êrîşa Terorane A Tirkiyê Ku Fermandar Û Şervanên Me Li Qamişlo Kir Armanc

Di salvegera Komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê de, dewleta Tirk a dagirker şervan û fermandarên …