94 ciwanên Dêrazorê tevlî QSD‘ê bûn

QAMIŞLO – 94 ciwanên ji herêmên girêdayî Dêrazorê tevlî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûn.  QAMIALO-TEVLVIBUNA-NAVE-REFEN-QSD (4)

Li Akademiya Şehîd Mîtan a Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (QSD) ji bo van ciwanên ku tevlî bûne bi navê “Şehîd Heqî Qerar” dewreyeke perwerehiya leşkerî hat vekirin.

Ev dewre wê 20 rojan dirêj bike û tê de waneyên ramyarî werin dayîn, her wiha dê li ser tektîkên şer jî perwerde werin dayîn.

Bi armanca ku perwerde dest pê bike merasîmeke li qada akademiyê hate li darxistin.

Di merasîmê hejmareke ji fermandarên QSD‘ê amade bûn.ROHAT CIWAN

Ji fermandarên QSD‘ê Rohat Ciwan axivî û diyar kir ku wekî QSD‘ê piştgiriyê didin gelê Efrînê.Rohat Ciwan destnîşan kir ku her hêzên wan bajarekî ji  terorê rizgar dikin destdirêjiya Tirkiyê li hemberî gelê herêmê jî zêde dibe.

Rohat di nava axaftina xwe de şervanên nû îşaret kir û got”Hûn hêvî ne, herêmên mane li benda we ne ku hûn wan rizgar bikin. Hêvî dikin ku hûn sûd ji perwerdeyê bigirin û hevalên xwe fêr bikin û ji wan re bibin pêşeng.”

Fermandarê QSD‘ê Rohat Ciwan soza şopandina xeta şehîdan da.

Şehîd Heqî Qerar bi navê xwe yê rast Fayiz Hemade, yek ji şervanên QSD‘ê bû, di tîrmeha 2017‘an de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû.

 

QAMIALO-TEVLVIBUNA-NAVE-REFEN-QSD (3) QAMIALO-TEVLVIBUNA-NAVE-REFEN-QSD (2)

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …