Em 6 hevrêyên xwe yên di 2014’an de li Kobanê û Cezaayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji gelê me û raya giştî re!

 

Pêşengên gelên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, şehîd in,  li hemberî hemû dijwarî û zehmetiyan li ber xwe didin, ji bêderfetiyan serkeftinên mezin diafirînin û di oxira vê yekê de canê xwe feda dikin. Ev yek bi helwesta bi hezaran şehîdan li Kurdistanê hatiye îsbatkirin. Şehîdên me hêviyên pêşerojeke azad kirine xeyalên ku dikarin pêk werin û bi dilsoziya xwe ya bi mirovahiyê re her yek bûye rewşenek.

 

Şehîdên me di hemû qonaxên vê dîrokê de, her yek cihê xwe di dilê mirovahiyê de girtiye. Şoreşa mirovahiyê ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê pêk tê, li hemberî zehmetiyan roj bi roj berxwedana xwe mezin dike û li dijî çeteyên barbar ên DAIŞ’ê têkoşîneke lehengan dimeşînin û destanên dîrokî nivîsandin.

Yek ji van destanan jî di sala 2014’an de li Kobanê û Cezaayê bi helwesta qehremanî ya 6 hevrêyên me derketiye holê. 6 hevrêyên me di encama fedakariyeke bêhempa de tev li karwanê şehîdan bûne.

 

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

 

Nasnav: Arşîn Efrîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an

 

 

Nasnav: Mazlum Cudî Efrîn

Nav û Paşnav: Ehmed Mamo

Navê Dayikê: Hebîbe

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an

 

 

Nasnav: Rojda Efrîn

Nav û Paşnav: Arîfe Mihemed

Navê Dayikê: Gulê

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 23’ê Tebaxê 2014’an

 

 

Nasnav: Ronî Efrîn

Nav û Paşnav: Nîzar Hesen

Navê Dayikê: Rahîme

Navê Bav: Reşîd

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Îlona 2014’an

 

 

Nasnav: Şiyar Amed

Nav û Paşnav: Orhan Çelîk

Cihê Ji Dayikbûnê: Amed

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 27’ê Îlonê 2014’an

 

 

Nasnav: Yaşar Xemgîn

Nav û Paşnav: Fîraz Îbo

Navê Dayikê: Fîdan

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19’ê Tebaxê 2014’an

 

Di serî de şehîdên berxwedana Kobanê û Cezaayê, em hemû şehîdên xwe yên gernas bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê, heta ku em azadiya gelên xwe bi dest dixin, têkoşîna xwe roj bi roj mezintir bikin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG |

 1’ê Cotmehê 2018’an

 

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …