800 ciwan li ser banga seferberiyê beşdarî Berxwedana Serdemê bûn

EFRÎN – 800 endamên YCR′ê li ser banga seferberiyê beşdarî Berxwedana Serdemê bûn. Li aliyekî din jî ciwan destek didin welatiyên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar mane ji malên xwe derkevin. EFR-CIWAN-BI-HEMU-DERFETAN-BEDARI-BERXWEDANA-SERDEME-BUN (3)

Piştî ku êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Efrînê dest pê kirin, Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê 21′ê Çile seferberî ragihand. Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Sporê, Tevgera Xwendekarên Demokratîk, ciwanên PYD′ê, Yekîtiya Jina Ciwan û HPC-Ciwan Komîteya YCR′ê ava kirin û piştgirî dan Berxwedana Serdemê.

YCR′ê beşdarî Komîteya şoreşê ya ku Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê ava kiribû, bûn. Ciwan welatiyên ku ji herêmên rastî êrîşên Artêşa Tirk a dagirker tên pêşwazî dikin û alîkariya wan dikin.

Komîteya YCR′ê girûpên ji 3 kesan ava kirin. Ev girûp serdana malan dikin, gel didin famkirin ku îdîayên dûrî yên ku dewleta Tirk li ser dezgehên çapmeniyê belav dike, bawer nekin.

Komîte her wiha bi koordîneya bi TEV-DEM û Komîteya Cisir Siwîsra (ya alîkariya zarokan) pêdiviyên welatiyên gundewarên ser sînor ku rastî êrîşan tên, bi cih tînin.

Heta niha komîteyê serdana 700 malbatên Efrînê yên ku malên wan ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk hatine rûxandin, kiriye.

Li aliyekî din jî 21 xwendekaran li peymangeha tenduristî perwerde dîtin û li noqteyên tenduristiyê yên girêdayî Heyva Sor a Kurd û Meclîsa Tenduristiyê yên li Kantonê hatin belavkirin, da nexweş û birîndaran derman bikin.

800 ciwan beşdarî Berxwedana Serdemê bûn

800 ciwanên ji Kantonên Efrînê, Şehbayê, bajarê Helebê, herêmên Cizîrê û Firatê, Şengalê û kampa Mexmûrê li ser banga seferberiyê beşdarî Berxwedana Serdemê bûn û di çeperên şer de cih girtin. Beşek ji wan jî xebatên rêxistinî didin meşandin.

Endamê YCR′ Dilgeş Seîd got ku di berxwedana li dijî dagirkeriyê de du endamên YCR′ê Ebdek Fewzî û Ocalan Bekir şehîd bûn û wiha axivî, ″Em ê li eniyên şer welatê xwe biparêzin û destûr nadin ku axa me dagir bibe.″

Komîteya YCR′ê ji bo piştgiriyê berxwedana gelê Efrînê û şervanên QSD′ê, hezar û 500 wêne li kolanên bajarê Efrînê daliqandin.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Ciwan û Sporê ya Kantona Efrînê Nesrîn Elûş diyar kir ku piştî ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê dest pê kirin, wan ji bo pişgiriyê berxwedanê di çarçoveya sefeberiyê de ciwanên Kantonê birêxistin kirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …