8 caran hat revandin, mîqdareke mezin ji pereyan da û xwe gihand Şêrawa

8 caran ji aliyê çeteyên girêdayî artêşa tirk a dagirker ve hate revandin. Beramberî serbestberdanê mîqdareke mezin ji pereyan da çeteyan da ku karibe ji gundê xwe derkeve. Jina bi navê H.S. yek ji şahidên kirinên artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê ye.

Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hovîtiya xwe li dijî welatiyên Efrînê wekî dizî, kuştin, talankirin û revandinê, bi taybet jî li dijî jinan didomînin. Welatiya bi navê H.S. ku berê endama Hêzên Parastina Civakî bû, serpêhatiya xwe ya li Efrînê ji ajansa me re vegot.

Welatiya bi navê H.S. ji şêniyên gundê Gewrika yê girêdayî devera Cindirêsê ya Efrînê ye. H.S. serpêhatiya xwe wiha vegot: “Piştî ku artêşa tirk û komên çete herêma Efrînê dagir kir, ez ji ber nexweşiya dayika xwe neçar mam di gund de bimînim. Di wê demê de hevserê min jî li eniyên şer di nava xebatên berxwedanê de bû.”

H.S. di axaftina xwe de wiha domand: “Piştî ku çeteyan agahî li ser endamiya min a di nava Hêzên Parastina Civakî (HPC) de girt, nîvê şevê bi ser mala min de hatin û ez revandim, birim baregeha xwe ya li gund. Bi min re li ser erkên ku ez pê rabûme lêpirsîn kirin û ji min agahî li ser cihê şervanan xwestin.”

H.S. diyar kir ku kirinên çeteyan li herêma Efrînê derexlaqî ne û got ku ew 8 caran hatiye revandin û wiha destnîşan kir: “Çeteyan di lêpirsînê de gefa kuştin û destdirêjî û îşkenceyê li min dixwarin.”

H.S. da zanîn ku çeteyan bi awayekî derexlaqî îşkence li jinan dikirin û wiha anî ziman: “Di destpêkê de ji bo ku çete agahiyan wergirin tenê gefa revandinê li welatiyan dixwarin. Piştî ku hin agahî der barê hin welatiyan de werdigirtin gelek welatî revandin û bi şêwazên derexlaqî îşkence li wan dikirin.”

H.S. got ku çeteyan kirîna xetên telefonê yên tirkî li ser welatiyan ferz dikir da ku karibin guhdariya welatiyan bikin û agahiyan bêtir wergirin.

H.S. wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji bo derkerina ji gund me 150 hezar lîreyên Sûriyeyê dane çeteyekî da ku ez karibim derbasî navçeya Şêrewa bibim. Me gelek zordarî kişand û em di gelek metirsiyan re derbas bûn.” H.S. wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ku em gihîştin Şêrawa, di rojên destpêkê de ji ber zexta derûnî gelek xewnên nexweş min didîtin. Lê di van demên dawîn de ez dilaram im.”

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …