EFRÎN –Birûsk diyar kir ku di encamê de 19 çeteyên Feyleq El-Şam û gelek çeteyên Ehrar Şerqiye hatin kuştin, 4 erebeyên wan ên leşkerî hatin rûxandin.

Birûsk da zanîn ku tevî çalakiya îro hejmara çalakiyên ku şervanên YPGʹê di hersê rojên dawî de li dijî çeteyên dewleta Tirk pêk anîne, dibe 9 çalakiyên taybet, di encamê de herî kêm 60 çete hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûne.

Birûsk wiha got, ʺWek hêzên YPGʹê, em ê çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk li tevahî herêmên Efrînê bidomînin, heta herêm bi temamî ji çeteyan tê paqijkirin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ