QAMIŞLO- Di dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Sadiq Til Hemîs de 71 şervanên QSDʹê beşdar bûbûn. Şervanan dersên leşkerî û îdeolojî dîtin. Şehîd Sadiq 12ʹê Tîrmeha sala 2017ʹan di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye.
Di merasîma bidawîbûna dewreyê de, bi dehan şervan û fermandarên QSDʹê û malbata şehîd Sadiq Til Hemîs amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Fermandar Diyar Til Hemîs ku li Akademiya Şehîd Mîtan dimîne aixvî û bal kişand ser mafê parastina rewa ji bo parastina axa Sûriyê ji terorê.
Piştre şervanan soza şopandina riya şehîdan û avakirina jiyaneke azad dan.
Di dawiyê de şervanan dirûşmeyên ʺBijî Berxwedana Serdemêʺ bi dawî bû.