7 cangoriyên azadiyê li Kobanê bi merasîmeke heybet hatin oxirkirin

KOBANÊ – Bi hezaran welatiyên Kobanê cenazeyên 7 cangoriyên Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqqayê, bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Dijle oxir kirin.KOBANE-MERASIME-7-SEHIDAN ‫(1)‬ ‫‬

Bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê, serokên desteyên Rêvberiya Xweseriya Demokratîk, şervanên YPG/YPJ û endamên saziyên civaka sivîl şervanên YPG‘ê Mihemed Ajar (Rojhat Amara), Mistefa Mûsa (Dilovan Kobanê), Ziyad Remedan (Rustem Serzorî), Hesîm Beyram (Heqî Pîr), Berzan Yelmaz (Xebat Dîrok), Hisên Ebdullah (Egît Alçax) û Ehmed Nasan (Qehreman Korik) yên di Pêngava Rizgarkirina Reqqayê de şehîde bûne, bi merasîmekê li Şehîdgeha Dicle oxir kirin.

Di merasîmê oxirkirinê de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên azadiyê, alên YPG/YPJ û Meclîsa Malbatên Şehîdan, hatibûn hildan.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji Fermandarên YPG‘ê Ezîz Xerbîsan axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xweset û soza şopandina xeta têkoşeran dan.

Her wiha di merasîmê de, endamê Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Cizîrê Xelîl Isamîl jî axivî û got:”Bi saya xwîna şehîdan em gihîştin vê merheleya dîrokî. Em îro careke din li pêşberî cenazeyên van şehîdan soza xwe ya şopandina xeta wan dûbare dikin”.KOBANE-MERASIME-7-SEHIDAN ‫(160367111)‬ ‫‬

Malbatên her 7 şehîdan jî axîvin û serbilindahiya xwe ya şehadeta zarên xwe anîn ziman û gotin ku ew xeta şehîdên xwe bişopînin heya armacnên wan bicih bînin.

Paşê, Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ronahî Ehmed nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Paşê, şervanan cenzayên hevreyên xwe li ser milên xwe kirin û di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayikan, spartin axa pîroz.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …