Welatiyên Bakurê Sûriyeyê şehîdên berxwedana serdemê oxir kirin

EFRÎN – Bi hezaran welatiyên hersê herêmên Bakurê Sûriyeyê cenazeyên 12 şehîdên berxwedana serdemê oxir kirin. Welatiyan hevgirtina xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê piştrast kirin û destnîşan kirin ku ciwanên Efrînê li hemû qadên berxwedana azadiyê canê xwe feda kirine.

Bi armanca oxirkirina 12 şehîdên berxwedana serdemê ya Efrînê bi hezaran welatiyên herêmê li pêşiya nexweşxaneyeke bajarê Efrînê kom bûn. Her wiha rêveber û welatiyên ji herêmên Firat û Cizîrê hatine Efrînê jî beşdarî girseya gel bûn.

Welatiyan piştî ku cenazeyên 12 şehîdan ji nexweşxaneyê wergirtin cenaze li ser milên xwe kirin û di nava kolanên bajarê Efrînê re geriyan. Welatiyan durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re qîriyan û berxwedana serdemê ya li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker silav kirin. Her wiha alên YPG’ê, YPJ’ê, QSD’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin.

Karwanê şehîdan û girseya gel ber bi Mezara Ş. Avesta Xabûr a li gundê Keferşîlê ya girêdayî bajarê Efrînê û li vir merasîma oxirkirinê hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şaziye Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re xwest  û got ku dê têkoşîna xwe ya ber bi azadiyê ve li ser riya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bikin û rêgezên netewa demokratîk û jiyana hevbeş li herêmê biçespînin.

Di merasîmê de her wiha Hevserokê Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selom axivî û berxwedana serdemê ya Efrînê li dijî hovîtiya dagirkeran silav kir û wiha got: “Weke hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê em ê  bi hemû hêz û derfetên xwe alîkarî û piştgiriya berxwedana serdemê ya Efrînê bikin. Em amade ne cihê xwe di eniyên berxwedanê de bigirin. Ciwanên Efrînê li hemû qadên berxwedana azadiyê canê xwe feda kirine û ev yek di stûyê me de deynek e. Em ji giştî cîhanê re dibêjin ku tirsa me ji teknolojiya leşkerî ya Tirkiyeyê tune ye û em di berxwedana xwe de heta serkeftinê bi israr in.”

Di merasîmê de her wiha Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed axivî û destnîşan kir ku Tirkiye bi van êrîşên xwe yên li dijî Efrînê hewl dide aloziya li herêmê kûrtir bike û wiha anî ziman: “Şerê li Efrînê tê meşandin şerê hebûn û nebûnê ye, ji bilî berxwedanê ti vebijêr li pêşiy ame tune ne. Serkeftina Efrînê tê wateya serkeftina hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê li dijî terorê ye.”

Di merasîmê de li ser navê malbatên şehîdan gelek axaftin hatin kirin û di axaftinên xwe de soza şopandina riya zarokên xwe dan.

Di dawiya merasîmê de welatiyan cenazeyên şehîdan di nava tilîliyên dayîkan de spartin axê.

Navên şehîdên hatine oxirkirin wiha ne:

“Şervanên QSD’ê: Ehmed Xelîl (Dîno), Ehmed Ehmed (Zana Kobanê), Esmet Hesen (Yilmaz Çiya), Kendal Sozdar, Şiya Melle Nasan (Azad Efrîn), Mezlûm Silêman (Piling Kobanê), Hesan Alo (Welat Çiya), Xelîl Umer, Ebdullah Mehmo (Dilşêr Efrîn).

Şervanên YPG/YPJ’ê: Rehef Ewîlo (Tolîn Serhildan), Cîhan Îbrahîm (Cûdî Şengal) û ji Hêzên Parastina Civakî (HPC): Mihemed Gedro.”

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …