Ji Dêrazorê 100 ciwan tevlî QSD’ê bûn

QAMIŞLO – 100 ciwanên ji herêmên Dêrazorê piştî ku dewreya xwe bidawî kirin tevlî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bûn.

Akademiya Şehîd Mîtan beriya niha dewreya perwerdeya leşkerî ya bi navê “Şehîd Polat Dêrîk” dest pê kiribû. Di nava dewreya ku 17 rojan dirêj kir de 100 ciwanên ji herêma Dêrazorê cih digirin.QAM-TIVLI9BONA 100 ŞERVANA (6)

Akademiyê bi merasîmekê dewre bi dawî kir. Malbata Şehîd Polat Dêrik tevî fermandar û şervanên QSD’ê di merasîmê de hazir bûn.

Li wir li ser giyanê pakrawanên azadiyê deqeyek rêz hate girtin û piştre jî şervanan toreneke leşkerî pêşan dan.

Fermandarê QSD’ê Mezlûm Koçer axaftinek kir û ev tişt got “Dewletên rojavayî li ser me digotin ku em gelên paşverû ne û em nizanin civakan ava bikin. Lê bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û zanebûna gelê xwe me ji her kesî re îsbat kir ku em dikarin li hemberî terorê bisekinin û xwe bi rêxistin bikin.

 

Koçer ev tişt jî li axaftina xwe zêde kir “Ji me tê xwestin ku em berxwedaniyê bikin. Mijar ne tenê mijara çekgirtinê ye, lê belê zanebûn û birêxistinbûyîn jî pêwîst dike.”HISEN

Apê Şehîd Polat Dêrik, Hisên El-Telabê jî axivî û bi bîr xist ku Dêrazorê êşa zilm û zordestiya DAIŞ’ê kişandiye û hêviyên xwe bi ciwanan anî ziman ku dê bikaribin bajarê xwe rizgar bikin û ji hemû êrîşan biparêzin.

Şehîd Elai El-Telabê (Polat Dêrik) 12’ê tîrmeha 2017’an di çarçoveya pêngava Hêzên sûriyeya Demokratîk a rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bûye.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …