31 şervanên Ereb û Kurd li Til Koçer tevlî YPG bûn

 

NAVENDA NÛÇEYAN-Li akademiya Şehîd Xebat ya herêma Til Koçer dewreyekî nû ya şervanên Ereb û Kurd bidawî bû.

Di dewreya bi navê Şehîd Cûdî Reş, 31 şervanên ji pêkhateya Ereb û Kurd bi dirêjahiya du mehan ji perwerdeya bîrdozî û leşkerî derbas bûn.

 

Bi amadebûna endamê fermandariya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê Mustefa Cizîrê dawîkirina dewreya perwerdê bi merasimekî leşkerî hate pîrozkirin. Li ser navê malbata şehîd Cûdî Reş birayê şehîd axivî û soz da ku şopdarê rêya şehîdan bin, wî herwiha ji hemû şervanên di çeperên şer re serkeftin xwest.

Merasima leşkerî bi lidarxistina moral û komên dîlan hate dawîkirin.

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …