QAMIŞLO – Li Akademiya Şehîd Nejbîr a leşkerî ya li gundê Girbawî dikeve yê girêdayî Kantona Qamişlo dikeve, dewreyeke perwerdeyê ya 30 şervanên YPJ′ê bi dawî bû.
Dewreya ku bi navê Şehîd Hebûn hat vekirin du mehan dom kir û tê de dersên leşkerî û bîrdozî hatin dayîn. Di dewreyê de 30 jinên Kurd, Ereb û Ejnebî cih girtin.
Destpêkê deqeyek rêz hat girtin, piştre Fermandara YPJ′ê Rojda Heleb li ser girîngiya parastinê di rewşa ku herêma Bakurê Sûriyê tê re derbas dibe de axivî û bang I gelên herêmê kir ku şopdarên riya şehîdan bin.
Piştre şervanan soza parastina welat, gel, jinê û şopandina riya şehîdan dan.
Di dawiyê de govend hat gerandin.
#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ