HESEKÊ – Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê oxir kirin.
Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan kom bûn û cenazeyê şervanên Meclîsa Dêrazorê ya Leşkerî Ehmed Hebaş (Delil), Mihemed Sultan (Hûsam) û Abdulreham (Ebd) ên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, wergirtin û bi karwanekî ku bi wêneyên şehîdan hatibû xemlandin berê xwe dan Goristana Şehîdan a Şedadê.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, bi navê Têkilyên Leşkerî Azad Hesekê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Azad soza şopandina riya şehîdan da.
Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Bera Hayis ve hate xwendin û radest malbatên wan hate kirin.
Di dawiyê de cenazeyê her sê şehîdan bi dirûşmeyên dilsozya bi şehîdan re hatin oxirkirin.