3 Çeteyên ku Diziya Zeytûnan Dikirin Hatin Kuştin

Ji Çapemenî û Raya Giştî re!

 

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me çalakiyên xwe yên bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

 

29’ê Cotmehê li gundê Goliya ya girêdayî navçeya Raco, piştî ku komekî çeteyên Ehrar el Şerqiyê dest danîn ser berhemên zeytûnên gelê gundê Goliya, yekîneyek me çalakiyek sabotajê li dijî seyareyeke vê koma çeteyan li dar xist. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê

 30’ê Cotmehê 2018’an

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …